Der erste Gedichtband des Poeten Salih Bozan umfasst Werke, die über mehrere Jahre während der Zeit der Migration entstanden sind. Zu den enthaltenen Gedichten gehören Titel wie "Diyarî", "Derketin" und "Veger". Bozan, 1951 in Kurdistan geboren, hat Arabisch und Kultur studiert und veröffentlicht Werke in verschiedenen Sprachen.
Salih Bozan Ordre des livres


- 2021
- 2019
Wêneya avahîyeke mezin li ser dîwarê Şanoyê yê paşîn e. Avahî bi sûreke kevirî bilind e. Bi dergehekî mezin e, Li ser dergeh hatîye nivîsîn: „MARISTAN“. Li pêş avahîyê di hundirê sûrê de baxçeyekî bi dar û ber e. Komek mirov di bêxçe de bi hev re ketine qirecirê. Weke ku dengê wan ji mîkrofonên Şanoyê ku xuya nabin tê. Xuya dibe ku ew giş bi hev re diaxivin, û tiştek ji gotinên wan fêm nabe. Hêdî hêdî lîstikvanên şanoyê ji her du alîyên Şanoyê dikevin hundir. Ew weke berê bi hev re diaxivin. Di nav wan de, sê kesên taybet hene, berî ku werin MARISTANê ew mamosteyên unîvêrsîtê bûn. Yek ji wan bi navê doktor Nîgarkêş e(cilên wî weke cilê şahan e). Wî waneya „Dîroka Olan“ dida şagirtan. Yê din navê wî doktor Mizawir e, wî waneyên „Dîroka Felsefeyê“ dida. Û yê sêyem bi navê doktor Mendîn e. Ew jî waneya „Dîroka Civata Mirovan“ dida. Ev her sê mamoste di zanîngehê de bi nav û deng bûn. Ji pirtûkxaneyan dernediketin. Li ser maseya xwarinê pirtûk di destê wan de bûn, di xanîyê xewê de, yek caran ku bi rê ve diçûn dîsa pirtûk di destê wan de bûn.